Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 173 kesî bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 173 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 79 hezar û 741 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 29 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 7 hezar û 107 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 893 hezar û 218 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 425 hezar û 33 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristîçiyê herwiha diyar kir ku li welêt 19 mîlyon 687 hezar û 77 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 3 milyon û 337 hezar û 848 kesan dozeya yekem aşîya Corona girtine û 508 hezar û 672 kes jî doza duyemîn stendine û hatine aşîkirin. Hejmara giştî ya lêdana derziyên vaksîna Koronayê li Îranê jî digihêje 3 milyon û 846 hezar û 520 dozê.