Rûhanî: Riya geşbûn û geşedana welat dê bidome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326621-rûhanî_riya_geşbûn_û_geşedana_welat_dê_bidome
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir ku riya geşbûn û geşepêdana welat dê bidome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2021 15:49 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Riya geşbûn û geşedana welat dê bidome

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir ku riya geşbûn û geşepêdana welat dê bidome.

Li gor Iran Pressê, Hesen Rûhanî îro pêncşemê di merasîma vekirina projeyên neteweyî yên Wezareta Mîrata Çandî, Tûrîzm û Pîşeyên Destçêkirî yên li seranserê welêt de got: Hikûmeta bê jî dikare her hefte bernama vekirina projeyên neteweyî bidomîne û divê riya geşbûn û geşepêdana welat berdewam bike.

Rûhanî herwiha got: "Di vê hikûmetê de, bi hewldan û tevdîrên qanûnî yên hatine girtin, 2 hezar û 723 berhemên dîrokî yên Îranê ku gelek sal li welatên din bûn, hatine vegerandin."

Serokomarê Îranê amaje bi giringiya geştiyariyê di aboriya welêt de kir û got: "Geştiyarî û mîrata çandî çavkaniyên hêja û sermiyan-afirîner in ku dewlemendî û kar ji bo xelkê dabîn dikin û nasnama Îranî û Îslamî nîşanî cîhanê didin."

Rûhanî di despêka axaftina xwe de, meha Xurdadê (22 Gulan heya 21 Hezîranê) bi navê meha efirandina hemase û destanan di dîroka welat de bi nav kir û got: "Em hêvî dikin ku îsal, ev meh, dê ji bo miletê Îranê mizgîniya xêrê bîne."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bi bîr xist: Rakirina ambargo û boykotan dê piştî lihevkirinek tam û tekûz li ser çawaniya rakirina wan serê xwe bigire û ez hêvî dikim ku bi kontrolkirin Koronayê û rakirina boykot û dorpêçan, gelê Îranê dê rewşeke baş ji gelê Îranê çê bibe.