Teqeziya Rûhanî ser parastina tendurustiya gel jibo zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326415-teqeziya_rûhanî_ser_parastina_tendurustiya_gel_jibo_zêdekirina_beşdariyê_û_bicoşbûna_hilbijartinê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser parastina tendurustiya gel û zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê serokomartiyê teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • Teqeziya Rûhanî ser parastina tendurustiya gel jibo zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser parastina tendurustiya gel û zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê serokomartiyê teqez kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êşemiyê di civîna serokên komîteyên pisporî yên Erkantiya Têkoşîna dijî Koronayê da got: Misogerkirina tendurustiya gel dê roleke girîng di zêdekirina beşdarî û bicoşbûna hilbijartinê hebe.

Rûhanî her wiha got: Gel divê piştrast be ku di qonaxên cûrbicûr ên teblîxat û lidarxistina hilbijartinê tendurustiya wan hatiye misogerkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gişt hewl û xebata di cihanîna karên têkildarî hilbijartinê divê bi awayekî be ku parastina can û tendurustiya gel di yekemayetî û ewiliyetê da be.

Rûhanî destnîşan kir: Divê rê li ber her kiryarekê ku tendurustiya gel di hilbijartinê da dixe ber xeterê were girtin.

Dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê, dê roja 28ê Xordada 1400î were lidarxistin.