Derewandina ketina balafirek du-cîwar li rojhilatê Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326313-derewandina_ketina_balafirek_du_cîwar_li_rojhilatê_tehranê
Berdevkê Saziya Hewageriya Sivîl ya Îranê ketina balafirek ultralight li rojhilatê Tehranê red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2021 15:52 Asia/Tehran
  • Derewandina ketina balafirek du-cîwar li rojhilatê Tehranê

Berdevkê Saziya Hewageriya Sivîl ya Îranê ketina balafirek ultralight li rojhilatê Tehranê red kir.

Li gor ajansa Tesnîm a Îranê Mihemed Hesen Zîbexş, berdevkê Saziya Hewavaniya Sivîl ya Îranê ku berê ragihandibû balafirek du-cîwar li rojhilatê Tehranê ketiye erdê, piştî vekolandinê ev nûçe red kir û got: Demlidest piştî ku ev nûçe hate weşandin, bi rayedarên pêwendîdar re têkilî hate danîn û di vî warî de, wan ragihand ku li cihê navborî xirbeyên balafirê nehatine dîtin.

Zîbexş Diyar kir ku ekîba lêkolîna qezayê ya rêxistina hewavaniyê ya welêt çû herêmê û eşkere kir ku xebata lêgerîn û rizgarkirinê ji hêla helîkopterê NAJA (Polîs) û beşa agirkujiyê ya Perdîsê ve cî hat, lê tu nîşan ji bûyerên ketina balafirê nehate dîtin.