Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Siyonîstan ji zimanê zorê pê ve tiştek din fam nakin
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî duh êvarê (Sêşem) di civînek vîdyoyê de digel nûnerên rêxistinên xwendekar, tekez kir ku Siyonîstan ji zimanê zorê pêve tiştek fam nakin û desnîşan kir: Pêdivî ye ku Fîlîstînî hêz û berxwedana xwe zêde bikin da ku cinayetkaran neçar bikin ku teslîm bibin û kiryarên xwe yên hovane rawestînin.
Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Reberiya Înqilabê, Hz. Ayetullah Xamineyî derbarê du bûyerên tal û bixwîn ên herî dawiyê li cîhana Îslamê anku li Afganistan û Filistînê xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û ev du bûyer bi tundî şermezar kirin û got: Xwedê lanetê li sûcdarên ku kulîlkên mezlûm û bêguneh ên Afganistanê perçiqandin û bi ax û xwîn tevhev kirin û bi şehîdkirina van keçên nûciwan, cinayet gihandin asta wê ya jorîn.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha qala tawanên hov û zalimane yên Siyonîstan li Mizgevta Eqsayê, Qudsa Şerîf û deverên din ên Filistînê kir û got: Ev cinayet û tawan li ber çavên cîhanê ne û divê her kes bi şermezar û mehkûmkirina wan peywira xwe bi cih bînin.
Hz. Ayetullah Xamineyî di dewamê de pesnê şiyarbûn, berxwedan û biryardariya cidî ya gelê Filistînê da û got: Siyonîstan ji zimanê zorê pê ve tiştek fam nakin, ji ber vê yekê divê Fîlîstînî hêz û berxwedana xwe zêde bikin, sûcdaran neçar bikin ku teslîm bibin û kiryarên xwe yên hovane rawestînin.
Di vê civînê de, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî rêxistinên cûrbecûr ên xwendekaran jî ji bo welêt wekî firsendek mezin nirxand û bi tekezkirina ser rollîstina wan wekî navendên hilberîna ramanê û ajokarên tevgerên şoreşgerî û cîhadî di gelek mijarên civakî û zanistî de, got: "Hebûna ciwanên cîhadî li qada xeternak a Coronayê", "Hebûna çalak di mijarên navneteweyî de wekî doza weşana frensî ya heqaretker, teqîna li Zanîngeha Kabul û pirsgirêkên Filistîn û Yemenê", "Gotûbêjkirin ser mijarên wekî FATF " û "Xurtkirina pêşniyarqanûna pejirî ya ji aliyê Meclisa Şêwra Îslamî ya stratejîk di mijara nukleerê de", ji nimûneyên hêjayê pesindayînê ên pêngavên rêxistinên xwendekaran in ku helwestên weha nasnama rêxistinên xwendekaran jî xurt dike.
Hz. Ayetullah Xamineyî yek ji bendewariya derheq rêxistinên xwendekaran keva da zanîn ku hêza xwe ya olî û şoreşgerî xurt bikin û dil û fikra xwe saf û paqij bikin û di dewamê de got: Dilê xwe saf û xurtkirin bandorek mezin li ser têkoşînên civakî û şoreşgerî dike, û Îmamê me yê hêja got ku sedema ku mirov ji Amerîkayê ditirse ne dilsafîkirin e.
Rêberê mezin ê Inqilabê herwiha bal kişand ser stratejiya bingehîn ya guhertinxwazî û banga afirandina tevgerek ber bi pêş ya lezgîn û cîhadî digel nûjeniya di rêbaz û fonksiyonan de li hemî warên rêvebiriyê û beşên şêwaza jiyana giştî, kir.