Civîna hevpar a Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî li Viyenê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325914-civîna_hevpar_a_komîsiyona_hevpar_a_lihevkirina_navokî_li_viyenê_dest_pê_bû
Dora nû ya gotûbêjên Îranê û Koma 4+1ê bi jinûvedestpêkirina Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî li Viyenê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2021 14:59 Asia/Tehran
  • Civîna hevpar a Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî li Viyenê dest pê bû

Dora nû ya gotûbêjên Îranê û Koma 4+1ê bi jinûvedestpêkirina Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî li Viyenê dest pê bû.

Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê serokê desteya îranî di civîna îro ya Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî da ye û hin nûner ji rêxistinên din ên têkildar jiwan Wezareta neft, Banka Navendî û Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê jî di pêkhateya desteya îranî da ne.

Ênrîke Mora Alîkarê Sekreterê servîsa Kiryara derveyî ya Yekîtiya Ewropayê rêveberiya vê civînê girtiye ustiyê xwe û ji bilî Îranê, nûnerên Rûsiye, Çîn, Fransa, Inglîz, Almanya û Yekîtiya Ewropayê jî di vê civînê da beşdar in.