Nîsan 22, 2021 21:31 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran rakirina boiykotan li ser kaxezê bi tenê qebûl nake

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê rakirina boiykotan li ser kaxezê bi tenê qebûl nake.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di hevpeyivînek zindî de digel komek ji rojnamevanên biyanî ji cîhana Erebî û welatên Rojavayî di bernama "Klab House" de, got: "Îran û 4 + 1 derbarê lihevkirina ser şêweya "pêbendbûn li hember pêbendbûn" gotûbêj kirin.

Xetîbzade herwiha got: Hîn jî ser gelek mijarên berbiçav, di nav de mijarên wekî zincîre pêngavênb ku divê werin rakirin, rakirina hemî cezayan û vekolîna rastiyêe, nakokî û dijberî hene, lê her kesê li Viyanayê ji bo pêşveçûnê vîn û îradeyek xurt heye.

Xetîbzade derbarê dîyaloga di navbera karbidestên îranî û siudî de jî destnîşan kir: "Em pêşwaziya her destpêşxeriyek (îsiyatîvek) ji bo kêmkirina aloziyan û zêdekirina hevkariyên li navçê dikin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku di navbêna Îran û Erebistana Siudî de her dem bi rêyên cûrbecûr têkilî û danûstendin hebûne û ev yek tu carî bi tevahî qut nebûye.

Xetîbzade derbarê Belgeya Hevkariyê ya Îran û Çînê jî got: Îmzekirina vê Rêkeftinê dê "bibe alîkar" ku têkiliyên Îranê di asta navneteweyî de balans û hevseng bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di derbarê pevguhertina girtiyan di navbera Îran û Amerîkayê de, siyaseta Îranê azadkirina gişt girtiyan li Îranê li hemberî azadiya giştî girtiyên îranî li welatê din diyar kir.

Xetîbzade derbarê ewlehiya Efganistanê jî got: Îran hewl daye ku danûstandinên di navbera hikûmeta Efganistanê û hemî koman de, di nav Talîban de, hêsan bike û rewşa niha ya Efganistanê encama siyasetên xelet ên Amerîkayê ye.

Serepeyv