Nîsan 21, 2021 09:44 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Artêş di bin rêbertiyên hişmendane yên Fermandetiya mezin a gişt hêzan da li meydanê ye

Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê tevî sipasiya ji peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Roja Artêşê, destnîşan kir: Artêş di bin rêbertiyên hişmendane yên Fermandetiya mezin a gişt hêzan da li meydanê ye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Di peyama emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî bo Fermandetiya mezin a gişt hêzan da hatiye: Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê diyariya bixêr a hezretê Îmam Xumeynî (re) û encama piştgiriya cenabê we ji artêşê di serdema dijwar e ku dijminên derveyî û aliyên nezan ên navxweyî bivira hilweşandinê li peykera artêşê lêdidan.

Di peyama Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê da hatiye: Bi salan xizmeta bi dilpakî û fekadarane ya zar û serbazên welayetê di artêşa Komara Îslamî ya Îranê da ku hertim bi qenciya bavitiya wî fermandarê mezin hatiye xemilandin, artêş ji riyên dijwar derbas kiriye û gihandiye vê nuqteya iqtidar û besîreta înqilabî.

 

 

Serepeyv