Wezîrê Berevaniyê yê Tacîkistanê gihîşte Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325416-wezîrê_berevaniyê_yê_tacîkistanê_gihîşte_têhranê
Wezîrê Berevaniyê yê Tacîkistanê li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Berevaniyê yê Îranê hat Têhranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2021 06:59 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Tacîkistanê gihîşte Têhranê

Wezîrê Berevaniyê yê Tacîkistanê li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Berevaniyê yê Îranê hat Têhranê.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Şîr Elî Mîrza,  Wezîrê Berevaniyê yê Tacîkistanê di çarçova sefereka fermî da hat Têhranê.

Ew ê di vê seferê da ji bilî hevdîtin û gotûbêja bi emîr sertîp Emîr Hatemî ra, dê bi rayedarên din ên bilind ên siyasî û leşkerî yên Îranê ra jî bicive.

Di van gotûbêjan da  biryar e ku bereyeka berfireh a mijarên têkildarî hevkariyên leşkerî-teknîkî bên behskirin.