Zerîf: Ez hêvîdar im pêwendiyên Îran û Tirkiyê di tûşa danûstandinên stratejîk ên li gorî nêrîna rêberên du welatan pêşda here
Wezîrê karên derve yê Îranê hêvîdarî kir ku pêwendiyên Îran û Tirkiyê di tûşa danûstandinên stratejîk ên li gorî nêrînên rêberên du welatan berfireh bibe.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê piştî hevdîtina digel Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi gotina vêya ku di vê hevdîtinê da mijarên dualî hatin vekolandin, got: Me derbarê pêwendiyên aborî, pêwendiyên siyasî û pirsgirêkên konsûlî yên du welatan û hevkariyên navçeyî yên dualî gotûbêj kir û ez hêvîdar im ku dawiyeke baş jibo van goitûbêjan hebe û pêwendiyên du welatan di tûşa pêwendiyên stratejîk ên li gorî nêrîna rêberên du welatan, pêşda here.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha di peyamekê da xitabî hemwelatiyên îranî tevî pîrozkirina sala nû ya Rojî, got: Ez hêvîdar im sala tê, sala tendurustî û yekîtiya neteweyî jibo hemî îraniyan be.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Îniyê li Stenbolê bi Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra civiya.