Sibat 12, 2021 09:18 Asia/Tehran
  • Zerîf bo dewleta Joe Biden: Li ser sozên xwe yên Peymana Atomî bimînin

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî gotinên vê dawiyê yên rayedarên dewleta nû ya Amerîkayê derbarê Peymana Navokî, got: Beriya her cûre gotineke nepijiyayî li ser sozên xwe bimînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî gotinên vê dawiyê yên rayedarên dewleta nû ya Amerîkayê derbarê Peymana Navokî, got: Beriya her cûre gotineke nepijiyayî li ser sozên xwe bimînin.

 

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê êvara Pêncşemiyê di twitterê da nivîsî: Rayedarên dewleta Joe Biden axaftina derbarê sozdariya Îranê li Peymana Navokî didomînin, li gorî kîjan hêjatiyê?

Zerîf her wiha nivîsî: Amerîkayê beşdariya xwe li Peymana Navokî di Gulana sala 2018an da rawestand û aliyên ku sozdarê biryarnameya NY bûn, darizandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi desthilatdarbûna dewleta nû ya Joe Biden destnîşan kir ku heta vê rojê Amerîka eynî di heman cîgehê da ye, beriya her cûre gotinee nepijiyayî, li ser sozên xwe bimînin.

 

Serepeyv