Reîsî: Baweriya li Amerîkayê karekî şaş û çewt e
Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê got: "Dîrokê nîşan daye ku bawerî li Amerîkîyan çewt e."
Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê hucet-ul-îslam wel-muslimîn seyd Îbrahîm Reîsî îro li hevdîtina Huşyar Zêbarî şandiyê serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Bexdayê desnîşan kir ku parastina ewlehî, aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê ji Komara Îslamî ya Îranê re pir girîng e û Komara Îslamî ya Îranê hebûna Amerîka li navçê sebeba alozî û bê ewlehî û nearamiyî ji bo gelên navçê dizane.
Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê tekez kir: "Kurdistana Iraqê xwedan dîrok, şaristanî, wêje û urfên dewlemend e, û nabe ku çand û şêwaza jiyana Rojavayî serweriya çand û urfên weha dewlemend bike."
Huşyar Zêbarî şandiyê serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de fukereke hevbeş a herdu aliyan şerê li dijî terorîstên DAIŞê da zanîn û got: Em ti carî hewlên Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo rûbirûbûn û tunekirina DAIŞê li navçê ji bîr nakin.
Huşyar Zêbarî her wiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina zagona radestkirina tawankaran di navbera herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de ragihand.