Sibat 08, 2021 07:50 Asia/Tehran
  • Zerîf: Peymana Navokî serê xwe girtiye, em dubare muzakire nakin

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî pêgiriya li sser vê yekê ku em der barê Peymana Navokî muzakireya dubare nakin, got: Peymana Navokî li gorî nepejirandina mijarên din ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê va serê xwe girtiye û em ê gotûbêja dubare li ser vê yekê nekin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Yekşemiyê bi şev di bernameya gotûbêja nûçeyî ya Kanala 2 ya Televîziyona Îranê da guhertinên herî dawîn ên siyaseta derveyî şirove kirin.

Serokê Saziya Dîplomasiya Îranê derbarê vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî got: Rejîma Trump bêyî tu hegerekê û derbaskirina qonaxan ji Peymanan Navokî derket û ew binpê kir û welatên din ji wan endamên Yekîtiya Ewropayê han dan ku wê binpê bike.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku hîn dewleta Joe Bien nekariye biryar bide ku der barê Peymana Navokî dixwaze çi bike, got: Biden gotinên giştî û bêbingeh dibêje û hîn derfeta wan heye ku van dijheviyên navbera gotinên xwe sererast bikin.

Zerîf bi gotina vêya ku dewleta Biden mîrasbirê navnotiyekê ye, destnîşan kir, amerîkî zû an dereng neçar in ku vegerin Peymana Navokî.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî  amajeya bi vêya ku Amerîka ji Peymana Navokî derket û ewropiyan jî ew binpê kir, got: Ewropa deyndarê gelê Îranê ye.

 

Muhemed Cewad Zeerîf got: Di mijarên Peymana Navokî da hema wisa ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got, aliyê telebkar Îranê e.

 

 

 

Serepeyv