Panzdeh melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konareka Sîstan û Belûçistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323717-panzdeh_melevanên_azadbûyî_ji_hindistanê_gihêştin_bajarê_konareka_sîstan_û_belûçistanê
Serokê nivîsgeha nûnertiya wezareta karên derve ya Îranê li herêma azad a Çabeharê li başûrê rojhilata Îranê ragihand ku 15 melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konarekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Panzdeh melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konareka Sîstan û Belûçistanê

Serokê nivîsgeha nûnertiya wezareta karên derve ya Îranê li herêma azad a Çabeharê li başûrê rojhilata Îranê ragihand ku 15 melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konarekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.

Li gorî IRNAyê, Serokê nivîsgeha nûnertiya wezareta karên derve ya Îranê li herêma azad a Çabeharê "Hemîd Reza Tûsî" got: "15 melevanên îranî yên rûniştiyê başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê piştî ku vedigerin welatê xwe yê Îslam roja Duşemê gihêştin bajarê Konarakê."

Panzdeh melevanên îranî ji ber xirabiya lînça (gemiya) xwe û ketina nav avên Hindistanê ji aliyê Garda Peravê ya Hindistanê ve hatin girtin û hatin zindanî kirin û niha piştî nêzîkî sal û nîvekê vedigerin welatê xwe.