Çile 28, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Zerîf gihîşt Stenbolê

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama sefera xwe ya navçeyî gihîşt Stenbolê.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê dema gihîştina bo Stenbolê li koma nûçegihanan got: Pêwendiya me di gel Tirkiyê pêwendiyeka pirr girîng e û şêwirîn û hevfikirîna di gel Tirkiyê di mijarên dualî, çendalî û navçeyî gelekî bingehîn e.

Wî tevî eşareta bi pêwîstiya pêkanîna zemîneyên aştiya mayînde li Qefqazê bi riya hevkariya welatên navçeyê, got: Min di sefera xwe ya bo Komara Azerbaycanê, Ermenistan, Rûsiye û Gurcistanê ev mijar bi hûrgilî ji rayedarên bilind ên van welatan ra hilêxiust û di hevdîtinên ku li Tirkiyê dê bi birayan ra pêk bînim, emê vê mijarê bişopînin da ku zemîneyên hevkariyê nemaze di warê tranzît û riyên pêwendiyê piştî bûyera Qerebaxê bên dabînkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê têkildarî sazûkara 6 alî ya Îranê ji bo Qerebaxê got: Ev mijaar pêştir ji aliyê Erdoxan va hat hilêxcistin; Min di gel rayedarên navçeyê jî di vî warî da xeber da û ezê encama van gotûbêjan ji rayedarên Tirkiyê ragihînim.

Wî her wiha got: Ev mijar teqez wek yek ji şêwazên hevkariyê nemaze di warê tranzîtê da pirr girîng e, her çend ku hin astengî hene ku em hêvîdar in bên çareserkirin.

Muhemed Cewad Zerîf roja Duşemiyê ji bo sefereke çendrojî bo navçeya Qefqazê berê xwe da Bakûyê.

Mosko û Yêrîvan û Tiflîsa paytexta Gurcistanê armancên din ên sefera dîplomatîk a Wezîrê karên derve yê Îranê bûn.

 

 

Serepeyv