Zerîf bi Serokwezîrê Gurcistanê ra hevdîtin û gotûbêj kir
Çile 28, 2021 14:39 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê digel serokwezîrê Gurcistanê hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di sefera xwe ya îro bo Gurcistanê da bi amadebûna li Meydana Qehremanan a bajarê Tiflîsê, Taca Gulan xelatî qehremanên neteweyî yên Gurcistanê kir.
Ew piştra çû dîtina serokomara vî welatî û paşê digel Giyorgî Gaxariya serokwezîrê Gurcistanê ra hevdîtin pêk anî.