Zerîf: Şêwaza şehîdkirina hac Qasim, nîşaneya tirsokîbûn û bedbextiya Trump e
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi şehîdbûna serdar sipoehbud Qasim Silêmanî di encama êrîşa asimanî ya hêzên terorîst ên amerîkî, got: Ev kiryar nîşana tirsokîbûna herî zêde û bedbestiya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ye ku neçar dibe bi mêrekî meydanê wiha reftar bike.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Yekşemiyê bi şev di bernameya taybetî salvegera şehîdbûna hac Qasim Silêmanî bi navê "Mêrê Meydanê" ku ji Kanala 3 ya Televîziyona Îranê hat weşandin, got: Amerîkî ji hac Qasim ditirsiyan û ew wek kesekî pirr jîr di meydanê da dizanîn; Şehîd Silêmanî mirovekî pirr jîr bû ku li Sûriye û Yemenê amerîkî têk biribûn.
Zerîf di dewamê da tevî pêgiriya li ser vêya ku şehîd Silêmanî di qada dîplomatîk da jî tu wextî lawazî nîşan nedida, got: Spehbud Silêmanî ne tenê qehremnanê têkoşîna dijî terorîstan, belkî qehremanê hewildana jibo aştiyê bû.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi taybetmendiyên kesane yên şehîd Qasim Silêmanî, got: Min ew wek kesekî didît ku xwîna kesekî, abûra gel û bidawîanîna pevçûnê jêra girîng bû, min her planeke aştiyê şopand, teqez Hac Qasim ew dahênabû. Ew hem handêr bû, hem dişopand û hem alîkarî dikir."
Zerîf bi gotina vêya ku şehîd Silêmanî di mewqiya Konferansa Bonê jibo aştiyê li Efganistanê xwedan roleke berçav bû, got: Dema Siûdiyan şerê Yemenê destpê kirin, Wezareta karên derve ya Îranê bi alîkariya hac Qasim Silêmanî pêşniyarek jibo agirbesê da.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi dijayetiya siûdiyan digel pêkhatina aştiyê li Yemenê got: Can Kêrî Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê di destpêka destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê ser Yemenê ragihand, Siûdî li ser vê bawerê ne ku di sê hefteyan dê li şêrr bi ser kevin, lê ew sê hefte aniha bûyte pênc sal.