Zerîf: Îran hertim ektîvîsteke çalak di dirêjahiya dîrokê da bûye
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran hertim di dirêjahiya dîrokê da ektîvîsteke çalak bûye.
Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf roja Yekşemiyê di Çaremîn Konferansa Dîroka Pêwendiyên derveyî yên Îranê da ku bi awayê mecazî hat lidarxistin, bi gotina vêya ku bereya berfireh a lêkolînên dîroka pêwendiyên derveyî warekî pirr girîng e, got: Dîroka pêwendiyên derveyî yên Îranê seteke zengîn ji bûyer, hevraz û berjêr û bûyerên tehl û şêrîn e ku beşek ji pênaseya neteweyî û welatî ya me û xatireya komî ya îraniyan pêk t îne û lêkolîna li ser wê gelek dersan jibo roja îro dide me.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Tiştê ku roja îro em dikarin ji seta dîroka pêwendiyên derveyî yên Îranê ew e ku Îran hertim di dîrokê da ektîvîstekî çalak bûye û îraniyan heta di rewşa herî dijwar da jî atmosferek jibo çalakiyê peyda kirine.
Zerîf bi gotina vêya ku tiştê ku roja îro divê li nav welatên asyayî zêdetir were berçavgirtin, bidestxistina hevgirtinekê li gorî raboriyeke dîrokî ye, got: Em wek miletên bi şaristaniyet li parezemîna kevn ku wê wek landika şaristaniyeta mirovahiyê dizanin, divê em bi besîret û kûrbîniyê çarenûsa xwe diyar bikin.