Îrana îro; Qenata Qesebe ya Gunabadê yekemîn, kevntirîn û mezintirîn qenatê cîhanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322305-Îrana_îro_qenata_qesebe_ya_gunabadê_yekemîn_kevntirîn_û_mezintirîn_qenatê_cîhanê_ye
Qenata Qesebe ya Gunabadê ji destçêkiriyên herî ecêb e ku mirov dikare bibîne. Ev qenat di labîrenteke tarî û kûr da ye û mîmarên Îrana kevnar bi xweşikî ew ava kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2020 07:30 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Qenata Qesebe ya Gunabadê yekemîn, kevntirîn û mezintirîn qenatê cîhanê ye

Qenata Qesebe ya Gunabadê ji destçêkiriyên herî ecêb e ku mirov dikare bibîne. Ev qenat di labîrenteke tarî û kûr da ye û mîmarên Îrana kevnar bi xweşikî ew ava kirine.

Ev qenat ne tenê mezintirîn qenata cîhanê ye, belkî tenha qenata çavkaniya ava zindî û herikbar a Gunabadê ye û ji bilî vê qenatê tu cûre kanî an çemek li vê şaristana di best û beyarê da ji bilî vê Qenatê nayê dîtin;

Ev qenat ji serdema Hexamenişiyan vaa heta niha çavkaniya berhemanîn û jiyanê li çolistana Gunabadê bûye. Ev qenat bi hejmara 5207 li UNESCO'yê hatiye tomarkirin. Dirêjahiya vê qenatê 33113 mitr û hejmara bîrên wê zzêdetirî 470 xelek û kûrahiya bîra sereke jî derdora 280 heta 300 mitrî ye.

Nasirxosro Qubadiyanî yekem kes e ku di sefernameya xwe da qala vê qenatê kiriye. Tîkekûzik û axîniyên peratebûyî li derdora devika bîrê nîşan dide ku Qesebe di rastiyê da kanala sereke ya qenata Gunabadê bûye ku di serdema Hexamenişiyan da hatiye kolandin û li peyb wê rişteyên din ji ber hişkesalê hatine avakirin.

Nasirxoro kûrahiya bîrê 700 'Gez' û dirêjahiya wê çar 'Ferseng' daye zanîn û ew girêdayî bi Keyxosro daye zanîn.