Lîder serhildan û ajawegêriyan hate darve kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322216-lîder_serhildan_û_ajawegêriyan_hate_darve_kirin
Rûhullah Zem, rêvebirê kanala telegramê ya Amadnews(Amednews), hat îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2020 05:47 Asia/Tehran
  • Lîder serhildan û ajawegêriyan hate darve kirin

Rûhullah Zem, rêvebirê kanala telegramê ya Amadnews(Amednews), hat îdam kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a IRIB NEWS, rêveberê kanala telegramê ya Amadnewsê, ku xwe rêberê ajawegêrî û nerazîbûnên li Îranê dihesiband, ji ber kiryarên xwe vê sibehê hate cezakirin û hate darve kirin.

Rûhullah Zem, ku çend sal bû bi derxistina kanalek telegramê ya bi navê Amad News li derveyî sînoran bû amûrek di destê servîsên biyanî yên sîxorî û istixbaratê û yên dijî-Înqilabê de û bû kanalek ji bo belavkirina nûçeyên derew li dijî Komara Îslamî ya Îranê. Rûhullah Zem par li Iraqê ji hêla Rêxistina Îtileata Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ve hate girtin û ew anîn Îranê. 

Kenala telegramê ya Amadnews  Bi afirandina bêhêvîtiyê û belavkirina nûçeyên derew li dijî karbidestên Komara Îslamî ya Îranê, hewl dida ku raya giştî bixalifîne û dilê xelkê derheq Komara Îslamî reş bike û bixapîne da ku îradeya dijminan û servîsên sîxuriyê bi armanca hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê xurt bike.