Zerîf: "Tu kesek nikare derbarê Azerbaycana me ya ezîz biaxive"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322194-zerîf_tu_kesek_nikare_derbarê_azerbaycana_me_ya_ezîz_biaxive
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek bersiva bo gotinên nû yên Serokomarê Tirkiyê li Bakûyê, nivîsî: "Tu kesek nikare derbarê Azerbaycana me ya ezîz biaxive."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2020 07:50 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek bersiva bo gotinên nû yên Serokomarê Tirkiyê li Bakûyê, nivîsî: "Tu kesek nikare derbarê Azerbaycana me ya ezîz biaxive."

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê wek berteka li hemberî gotinên serokomarê Tirkiyê, di twittekê da nivîsî: "Ji Erdogan ra negotibûn helbesta ku bi şaşitî li Bakûyê xwend têkildarî veqetiyana qehrî (bi zorê) ya navçeyên bakurî yên (çemê) Arazê ji welatê xwe yê zikmakî anku Îranê ye!"

Zerîf di vê twitteê da bi hilêxistina vê pirsê ku gelo Erdogan nedizanî ku li dijî desthilata Komara Azerbaycanê axiviye? lê zêde kir: "Tu kesek nikare derbarê Azerbaycana me ya ezîz biaxive."

Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê roja Pêncşemiyê jibo beşdariya di rêûrisma meşa leşkerî (rije) ya hêzên Komara Azerbaycanê bi boneya azadkirina navçeyên dagirkirî ji aliyê Ermenistanê va, çûnû Bakûyê.

Erdogan di vê merasimê da ku Ilham Eliyêv, Seerokomarê Komara Azerbaycanê jî hebû, malikek ji helbesteke cudatîxwaziyê derbarê çemê Arazê yê li ser sînorê Îranê û Komara Azerbaycanê xwend.