Ayetullah Muhemed Yezdî koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322135-ayetullah_muhemed_yezdî_koça_dawî_kir
Ayetullah Muhemed Yezdî Serokê Civata Fêrkarên Hewzeya Zanistî ya Qumê û endamê Civata Şarezayên Rêbertiyê koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2020 09:36 Asia/Tehran
  • Ayetullah Muhemed Yezdî koça dawî kir

Ayetullah Muhemed Yezdî Serokê Civata Fêrkarên Hewzeya Zanistî ya Qumê û endamê Civata Şarezayên Rêbertiyê koça dawî kir.

Ayetullah Muhemed Yezdî ku ji demek beriya niha va ji ber nexweşiya pergala Mehandinê hatibû razandin, piştî temenekî têkoşîna di rêya îslamê û Înqilaba Îslamî îro Çarşemî di temenê 89 saletiyê lebeyk gote vexwendina Heq.

Serokatiya Saziya Dadweriyê bi qasî 10 salan, endamtiya li Civata şarezayên Rêbertiyê û Serokatiya wê û Serokatiya Civata Fêrkarên Hewzeya zanistî ya Qumê ji wan berpirsiyariyan e ku di karnameya karî ya Ayetullah Muhemed Yezdî da tê dîtin.

Ji vî alimê têkoşer, gellek pirtûk û nivîsar di warên cûrbecûr ên zanista îslamî da bi cih mane.

Wêrekî, înqilabîbûn û piştgiriya aşkira ji ramanên Înqilaba Îslamî ji taybetmendiyên berbiçav ên Ayetullah Muhemed Yezdî bûn.