Îro, Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321774-Îro_roja_hêza_deryayî_ya_artêşa_komara_Îslamî_ya_Îranê
Îro Înî 7ê meha Azerê li salnameya Koça Rojî (27ê Mijdarê) salroja mêrxasîkirina kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê, wek roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatiye binavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2020 05:08 Asia/Tehran
  • Îro, Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê

Îro Înî 7ê meha Azerê li salnameya Koça Rojî (27ê Mijdarê) salroja mêrxasîkirina kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê, wek roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatiye binavkirin.

Di rojeke wiha da, kedkarên keştiya şêrr a mûşekavêj a Peykanê di operasiyona Murvarîdê da bi afirandina lehengiyeke mezin bi êrîşa li ser binkeyên şandina petrolê yên El-bekr û El-Umiye yên Iraqê zêde ji sê duyê van binkeyan ji nav birin û alaya Îranê li ser dekela herî bilind a van binkeyan hejandin.

Piştî vê operasiyonê, dijminê Beisî roja 28ê Mijdara 1980 bi behrewergirtin ji piştgiriya lojestîkî û istixbaratî ya welatên navçeyê û balefirên sîxoriyê û setlaytên welatên istikbarî careke din xwest ku binkeyên xwe yên petrolê bigire ku di rûbirûbûneke neberanber digel keştiya mûşekavêj a Peykanê tenê karî hejmareke din a keştî û balefirên iraqî ji qada opersiyonê derxîne.

Di vî halî da, Hezretê Îmam Xumeynî (Re) Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya mêrxasiyên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di berevaniya ji girav, bendergeh, perav û deryayên welêt û bi bonyea berevaniya ji Abadan û Xoremşehrê û avên Kendava Farsê di serdema şerê sepandî da û jikaarxistina hêza deryayî ya dijminê beisî di destpêka şêrr da, roja 7ê Azerê (27ê Mijdarê) wek roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê binav kir.