Li başûrê rojhilatê Îranê bi mezinahiya 4,5 erdhejek pêk hat
Tesrîn 18, 2020 17:29 Asia/Tehran
Erdheja bi mezinahiya 4,5 pileya Richter serê sibeha Çarşemê bajarê Galmurtî li parêzgeha Sistan û Baluçistanê li başûrê rojhilatê Îranê hejand.
Li gorî Navenda Sîsmolojiya Neteweyî ya Enstîtuya Jeofîzîka Zanîngeha Tehranê, ev erdhej di 2:11:09 (bi dema herêmî) îro sibeha Çarşemê di kûrahiya 13 km de pêk hat.
Navenda erdhejê 9 kîlometran li başûrê Gulmurtî li parêzgeha Sistan û Beluçistanê hat ragihandin.
Derbarê zirar û ziyanên gengaz ên erdhejê de ti agahî nehatin dayîn.
Serepeyv