Rûhanî: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321154-rûhanî_bila_dewleta_tê_ya_amerîkayê_rêzê_li_qanûn_û_rêzikan_bigire
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku boykotkerên welêt rêya wan nedurust û şaş bûye, destnîşan kir: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2020 08:57 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku boykotkerên welêt rêya wan nedurust û şaş bûye, destnîşan kir: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di Civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê, tevî sipasiya ji berxwedan û rawestana bêmînak a gelê Îranê li hemberî têrorîsma aborî ya desthilatdarên Qesra Sipî, hêvî kir ku boykotker pê hesiyabin ku bi awayî dê armancên xwe bi dest nexin û bi wergirtina dersê ji vê ezmûnê, rêzê li qanûnê bigirin û vegerin ser sozên xwe.

Rûhanî got: Gelê me bi berxwedan û sebrê dê aliyê hember neçar bike ku rêzê li qanûnê bigire.