Mijdar 05, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Zerîf di Civîna hevpar a 'Venezuela û Îran; Berevaniya ji cîhana nûjen a di halê pêkhatinê da' beşdarî kir

Wezîrên karên derve yên Îran û Venezuelayê di civîna hevpar a 'Venezuela û Îran; Berevaniya ji cîhana nûjen a di halê pêkhatinê da' da beşdar bûn.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Wezareta karên derve, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê ku jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên venezuelayî ra li Karaksê ye, civîneke hevpar digel Xorxê Arêasa (Jorge Areasa) Wezîrê karên derve yê Venezuelayê li Enistîtûya Samûêl Rabînson bi mijara 'Venezuela û Îran; Berevaniya ji cîhana nûjen a di halê pêkhatinê da' beşdar bû û nêrînên xwe di vî warî da hilêxistin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di yekem menzîla xwe ya sefera bo sê welatên Amerîkaya Latîn, Koba, Bolîviya û Venezuelayê, duh Çarşemiyê gihîşte Venezuelayê.

 

Serepeyv