Sertîp Hatemî: "Gelê Îranê dê ji rezîltiya dijminan ji bîr neke"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320360-sertîp_hatemî_gelê_Îranê_dê_ji_rezîltiya_dijminan_ji_bîr_neke
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser hovîtî û rezîltiya dijminan a cihanîna terorîzma aborî bo lawzakirina Komara Îslamî û got: "Gelê Îranê dê van dijminatiyan ji bîr neke."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2020 16:04 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî:

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser hovîtî û rezîltiya dijminan a cihanîna terorîzma aborî bo lawzakirina Komara Îslamî û got: "Gelê Îranê dê van dijminatiyan ji bîr neke."

Emîr sertîp 'Emîr Hatemî!, Wezîrê berevaniyê yê Îranê berêvara yekşemiyê li merasima wajokirina hevhatina hevkariyê tev Wezareta rê û çêkirina bajaran  a Îranê li Têhranê bal kişand  ser giringiya riya cîhad û bêminetiyê û diyar kir: "Îro rojê gelê Îranê di rewşekê boykotan tamul dike ku piraniya gelan rehet derman, zanist û teknolojî hene û dijminan di rewşeke wiha de hemî hewlda xwe dan ku gelê Îranê ji mafên xwe yên herî seretayî û xwezayî bêpar bike."

 Sertîp Hatemî her wiha got: "Hewldana  dijminan bona teslîmkirina gelê Îranê bê guman dê neghêje tu derî ji ber ku îranî dizanin ku  paşdevekişyana li hember  mirovên wisa hovî û beres dê tiştek xêncî serşorî û binpêbûna mafên xwe tinebe."

 Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand  ser vê yekê ku Têhran dê boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî bankên îranî cidî negre û destnîşan kir: "Armanca dijmina ji boykotkirina Îranê girtina pêşiya pêvajoya derfirotina welêt e."