Cotmeh 07, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Ruhnî: Îran nahêle terorîst li deverên sînorî yên wê damezirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê cardin pêgîrî kir ku nahêle terorîst li deverên wê yên sînorî damezirin û got: Ev mesela qet nayê pejirandin û rayedarên me di vê warî de bi eşkera welatên cînar agahdar kirine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li civîna desteya wezîran bal kişand ser gotûbêja xwe bi rayedarên Ermenistan û Komara Azerbaycanê re û got: Di van gotûbêjana de me li ser parastina yekperçetiya axa Komara Azerbaycanê pêgîrî kir û di vî halî de em bawer in ku ti pirsgirêkek ji riya ceng û şêr nayê safîkirin û divê riyên dîplomatîk siyasî bikevin rojevê û Tehran di vê mijarê de amade ye alîkariyê bike.

Ruhanî desnîşan kir: Îran nahêle hin kes bi mihaneyên nemaqûl terorîstên ku Komara Îslamî ya Îranê bi salan li Sûriyê bi wan re şer kiriye bînin navçê û wan li deverên nêzîkî sînorê me bi cih bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha derbarê vê yekê ku şerê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê bibe şereke herêmî hişyarî da û got: Ewên ku hewl didin vî şerî giran û berfire bikin divê hişyar bibin ku berdewamiya wê ser xêr û kara ti welatekî nîne û divê ew ji riya sîplomatîk û siyasî bi dawî were.

Ruhanî got ku em ne dagîrkeriyê qebûl dikin ne jî şer û cengê û em hêvîdarin bi saya hewldan û xebatên ku tên kirin istiqrar û ewlehî vegere navçê.

Serkê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh sêşemê jî  di pêwendiya telefonî bi serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv diyar kir ku mudaxileya welatên biyanî li şerê Qerebaxê û  birina wê ber bi şerekî mezin ê herêmî dibe sedema fukarên kûr û di dewamê de got: Ewlehî, îstiqrar û asayêşa navçê nemaze yê sînorê bakurê Îranê ji me re pir girîng e û ev nakokî û aloziya û berdewamiya bê ewlehiyê li ser sînoran divê rê ji bo hatina komên terorîst bo nav vê navçê veneke.

Serepeyv