Cotmeh 07, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îran ji bo çareseriya nakokî û neyariyên navbera Bakû û Yêrîwanê amade ye

Serkê Komara Îslamî ya Îranê cardin pêgîrî kir ku divê şerê navbera su welatên cînar Komara Azerbaycan û Ermenistanê zûka bi dawî were û got: Îran ji bo çareseriya nakokî û neyariya navbera van du welatan li gor qanûn û huqûqê navneteweyî amade ye.

Serkê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh sêşemê di pêwendiya telefonî bi serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv diyar kir ku mudaxileya welatên biyanî li şerê Qerebaxê û  birina wê ber bi şerekî mezin ê herêmî dibe sedema fukarên kûr û di dewamê de got: Ewlehî, îstiqrar û asayêşa navçê nemaze yê sînorê bakurê Îranê ji me re pir girîng e û ev nakokî û aloziya û berdewamiya bê ewlehiyê li ser sînoran divê rê ji bo hatina komên terorîst bo nav vê navçê veneke.

Ruhanî pêgîrî kir ku divê ewlehiya gundên Îranê yên ser sînor neyê binpêkirin û kişandina şêr ser bajaran bi rastî ku me nîgeran û nerahet dike û got: Divê pêşiya vî şer û pevçûnê li dijî bajaran were girtin, çûn  ger wiha bibe bi hezaran kes aware dibin û xelkê sivîl dibin gorî ku eva pir bi taluke û metirsîdar e,

Serokomarê Azerbaycanê jî keyfxweşiya xwe ji peyvîna bi serokomarê Îranê diyar kir û sipasiya helwêsta Îranê ya sekinîna ser yekperçetiya axa Komara Azerbaycanê û çareseriya kêşeya Qerebaxê kir.

Îlham Eliyêv desnîşan kir ku nîgeranî û fukarên serokomarê Îranê derbarê derbasbûna komên terorîstî nav herêmê di rewşa bê ewlehiya navçê tên femkirin û got: Komara Azerbaycanê nahêle ev şer û pevçûna bibe sedema bê ewlehbûna welatên navçê.

Serokomarê Azerbaycanê xebata li dijî terorîsmê li navçê ji mijarên hevkariya Tehran-Bakûyê da zanîn û got: Parastina aştî û îstiqrar û ewlehiya navçê karekî pêwîst e û divê gişk ji bo vê hedefê hevkariyê û xebatê bikin.

Serepeyv