Cotmeh 05, 2020 23:21 Asia/Tehran
  • Ketina çend gullên hawan  yên cenga Komara Azerbaycan û Ermenistanê li ser sînorên Îranê

Qaymeqamê şaristana Xuda Aferîn ya Îranê got: Herî kêm îro jî gulleyeke hawanê yê şerê Komara Azerbaycan û Ermenistanê kete nav axa Îranê, eva di rewşekê de ye ku Îro kêmek giraniya êrr kêm bûbû.

Qaymeqamê şaristana Xuda Aferîn îrogot em hêvîdarin du aliyên şerê Qerebaxê pir hişyar bin ku gulle û mûşekên şerê wan di nav axa me nekevin û canê xelkê sivîl nexe ber xeterê.

Berî viya berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro dûşemê ragihand ew ketina topên hawênan bo ser sînorên xwe qebûl nakin.

Di kongreyeke rojnemevanî de Seîd Xetîbzade aşkere kir wan bo bi dawîbûna qeyrana Qerebaxê û bi dawîbûna şerê Azerbayacan û Ermenistanê projeyek amade kiriye û di demeke nêzîk de wê Îran hem ligel herdu welatan û hem jî ligel welatên herêmê dest bi danûstendinê bike.

Serepeyv