Cotmeh 05, 2020 21:44 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îranê Planek ji bo kutakirina şer û pevçûnên navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê amade kiriye

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser amadetiya Tehranê ji bo çareseriya krîza Qerebaxê û got: Îranê Planek ji bo kutakirina zûtir a şer û pevçûnên navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê amade kiriye.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro li pres konferansa xwe dederbarê şerê navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê got: Îran yek ji wan welatan e ku bi gişt aliyên şer û pevçûna Qerebaxê û aliyên din ên navçê  re pêwendiyên baş heye.

Xetîbzade desnîşan kir kêşeya Qerebaxê ti rêçareyeke xwe ya leşkerî tine û rêçareya Îranê di çarçova parastina yekperçetiya axa Azerbaycanê û derketina hêzên leşkerî û despêbûna muzakireyan e.

Xetîbzade desnîşan kir ku divê gişt alî alîkariyê bikin agirê vî şerî bitemire û got: Îran guhertinên li ser sînorê xwe ya bakurê rojavayê bi hestyarî dişopîne û ji ber vê yekê bi aliyên şer û pevçûnê re di pêwendiyan e.

Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ser devera ermennişîn a Qerbaxê ji sala 1988 bi hev re nakokî hene û heya niha çendîn caran di navbera wan şer û pevçûn qewmiye.

Serepeyv