Xetîbzade: Em qet nahêlin ji riya Îranê çek û sîlahan bo welatekî din derbas bikin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi derewandina nûçeya tranzîta çek û şeramêran ji riya axa Îranê bo Ermenistanê got: Komara Îslamî ya Îranê qet nahêlin ji riya Îranê çek û sîlahan bo welatekî din derbas bikin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di bersiva pirsa nûçegihanan de derbara hin îdiayên medyayî yên derew li bara vê yekê ku çek û sîlah ji riya Îranê derbasî Ermenistanê dikin, got: Tranzîta kel û pelên normal û neleşkerî di navbera Îranê û cînarên wê hertim heye û kamiyonên ku li îdiayên hanê îşareyî wan bûye jî di çarçova vê hatûçûna normal û asayî de ye.
Xetîbzade got: Îran bi hûrî û diqeteke zav tranzîta kelûpela bo welatên cînar têxe ber çavên xwe û qet nahêle ku ji riya Îranê çek û cengamîran bibin welatekî din.
Şerê navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê roja Yekşemê piştî ku Komara Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyê li Qerebaxê dest bi operasyoneke berfireh kir, dest pê kir. Artêşa Komara Azerbaycanê bombe li paytexta Qerebaxê barandin. Biryar bû îro sêşemê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di vê barê de civînekê pêk bîne.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf jî êvara yekşemê li gotûbêja telefonî bi wezîrên derve yên Komara Azerbaycan û Ermenistanê xwest ku demlidest şer werin rawestandin û dualî muzakireyan bidin despêkirin û di çarçova huqûq û qanûnên navneteweyî nakokî û dijberiyên navbera xwe safî bikin.