Peymana Atomî û alûgorên navçeyê mijara şêwirîna Zerîf û Lavrov li Moskoyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319812-peymana_atomî_û_alûgorên_navçeyê_mijara_şêwirîna_zerîf_û_lavrov_li_moskoyê
Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê derbarê pêwendiyên dualî, Peymana Atomî û alûgorên navçeyî û navneteweyî axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2020 16:29 Asia/Tehran
  • Peymana Atomî û alûgorên navçeyê mijara şêwirîna Zerîf û Lavrov li Moskoyê

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê derbarê pêwendiyên dualî, Peymana Atomî û alûgorên navçeyî û navneteweyî axivîn.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskoyê, got: Hevkariya du welatan di warê têkoşîna dijî binpêkirina qanûnê û yekalîtîşopiya Amerîkayê mînakeke serketî di sekinîna li hemberî armancên yekalîtîşopiyê ye.

Zerîf bi gotin avêya ku jibo misogerkirina pêwendiyên navneteweyîli ser esasa mafên navneteweyî û ne li gorî xwesteka welatekî, pêwîstî bi hevkariya gişt welatan heye, got: Li gorî rola erênî ya Rûsiyê, jibo parastina Peymana Atomî divê kiryarine zêdetir pêk bên.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî sipasiya ji rola pirr ciddî û kêrhatî ya Rûsiyê di Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê  û Konseya Ewlehiyê ya NY da, got: Nûnerên Rûsiye û Çînê di rêxistinên navneteweyî da jibo sekinîna li hemberî kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê roleke girîng lîstin.

Sêrgêyî Lavrof jî hêvîdarî kir ku tevdîr û kiryarên ciddî jibo parastina Peymana Atomî bên berxwegirtin.