Berteka Îranê derbarê îstifaya Shinzo Abe
Tebax 28, 2020 23:16 Asia/Tehran
Berdevkê wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Serokwezîrê îstifakirî yê Japonyayê roleke girîng di warê berfirebûna pêwendiyên Îran û Japonyayê de hebû.
Li gor diyarkirina dayira giştî ya ragihandinê ya Wezareta Derve ya Îranê, berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro bal kişand ser Îstifaya serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe û got: Du welatên Îran û Japonyayê xwediyê pêwendiyên dîrokî û dostane ne û Shinzō Abe di her du dewrên serokwezîrtiya xwe alîkariyên bi nirx ji bo berfirekirina pêwendiyên du welatan kirin.
Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe ji ber pirsgirêkên tenduristiyê biryar da ku ji wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê îstifa bike.