Zerîf û "Jean-Yves Le Drian" derbarê Peymana Atomî û pêwendiyên dualî bi riya telefonê axivîn
Tebax 25, 2020 01:55 Asia/Tehran
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê û "Jean-Yves Le Drian", Wezîrê karên derve yê Fransayê Duşemiyê bi şev bi riya telefonê derbarê pêwendiyên dualî, Peymana Atomî û alûgorên Libnanê axivîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Zerîf û Lo Diriyan (Jean-Yves Le Drian) di vê têkiliya telefonî da mijarên têkildarî pêwendiyên dualî, dawîn alûgorên têkildarî Peymana Atomî û rewşa Libnanê piştî bûyera teqîna li bendergeha Beyrûtê hilkolandin.