Brayan Hûk ji ber kiryarên dijminane li hemberî berjewendiyên neteweyî yên Îranê dê bikeve bin şopandinê
Tebax 10, 2020 20:59 Asia/Tehran
Alîkarê Navneteweyî yê Saziya Dadweriya Îranê wêdadayîna Birayan Hûk (Brian Hook) ji cîgeha Nûnerê taybet ê Amerîkayê di warê Îranê da derfetek guncan jibo şopandina wî ji ber kiryarên dijminane li hemberî berjewendiyên neteweyî yên Komara Îslamî da zanîn.
Birayan Hûk, Nûnerê taybet ê Amerîkayê di warê Îranê da vê dawiyê dev ji berpirsiyariya xwe berda.
Elî baqirî, Alîkarê Navneteweyî yê Saziya Dadweriya Îranê roja Duşemiyê di civîna Konseya Bilind a Dadweriyê ya Îranê da tevî amajeya bi destpêbûna xebata jibo komkiirna belge û şehediyan jibo şopandina daweriyê ya Hûk, destnîşan kir: Birayan Hûk bilar jibo bêkarbûna xwe nîgeran nebe, ji ber karê wî bi Saziya dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ra destpê bûye.