Mûsewî: Guhertina Hook ti guhertinek di siyasetên Amerîkayê de pêk nayne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318429-mûsewî_guhertina_hook_ti_guhertinek_di_siyasetên_amerîkayê_de_pêk_nayne
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê guhertina nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê li karûbarên Îranê, got: Guhertina Brian Hook ti guhertinek di siyasetên Amerîkayê de pêk nayne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2020 18:57 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Guhertina Hook ti guhertinek di siyasetên Amerîkayê de pêk nayne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê guhertina nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê li karûbarên Îranê, got: Guhertina Brian Hook ti guhertinek di siyasetên Amerîkayê de pêk nayne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî:  Di derbarê zext û zora ser Îranê de ti cidatî û newekheviyek di navbera Brian Hook, şêwirkarê berê yê ewlehiya Koşka Sipî John Bolton û kesayetiyên din ên tundrew ên Komarî Xwazan de tine.

Mûsewî diyar kir: Ji wezîrê derve Mike Pompeo re û ji serokomarê Amerîka Donald Trump re û ji yên ku paşê tên re jî ev siyaset nayê guhertin.

Brian Hook şeva borî ragihand ku wê îstîfayê bike.