Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Meha Zîheceyê meha bîreweriyan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318191-rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_meha_zîheceyê_meha_bîreweriyan_e
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina televîziyonî bi boneya Cejna pîroz a Qurbanê, meha Zîheceyê wek Meha Bîreweriyan da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2020 09:23 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Meha Zîheceyê meha bîreweriyan e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina televîziyonî bi boneya Cejna pîroz a Qurbanê, meha Zîheceyê wek Meha Bîreweriyan da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di destpêka axaftina xwe ya di roja Cejna Qurbanê da ku bi awayê zindî ji kanalên radyoyî û televîziyonî yên Îranê hat weşandin da tevî pîrozkirina Cejna Qurbanê li gelêÎranê û hemî misilman û şopînerên dînên Xwedê, meha Zîheceyê wek Meha Bîreweriyan da zanîn.

Wî got: Destpêka bîreweriyên vê mehê ayîdî hezretê Mûsa ye ku gelek renc kişandin û di Quranê da amaje pê hatiye kirin.

Wî roja Erefeyê asta herî zêde ya bêrîkirina Xwedê da zanîn û roja Cejna Qurbanê wek roja Qurbaniya ecêb da zanîn.