Tîrmeh 26, 2020 21:24 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 253 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 291 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 253 hezar û 213 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 333 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 282 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 291 hezar û 172 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 216 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 15 hezar û 700 kesan.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 16 milyon û 225 hezar kesî ku ji wan herî kêm 649 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  9 milyon û 925  hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv