Tîrmeh 23, 2020 19:15 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 247 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 284 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 247 hezar û 230 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 621 kesên din  pozetîv derketiye ku 2 hezar û 4 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 284 hezar û 34 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 221 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 15 hezar û 74 kesan.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 15 milyon û 398 hezar kesî ku ji wan herî kêm 630 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û derdra 9 milyon û 373 hezar kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv