Tîrmeh 22, 2020 14:27 Asia/Tehran
  • Rûhanî li ser berfirehkirina pêwendiyan digel gişt cînar û dostên Îranê pêgirî kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser berfirehkirina pêwendiyan digel gişt cînar û dostên Îranê pêgirî kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da tevî amajeya bi ,eyl û meraqa Têhranê jibo berfirehkiirna pêwendiyan digel welatên dost û cînar,

hêvî kir ku hevkariyên Îranê tev welatên dost û cînar ji wan Rûsiye, Iraq, Tirkiye, Qeter, Pakistan, Efganistan û gişt welatên ku ji dostên Komara Îslamî ya Îranê li Deryaya Xezerê û Kendava Farsê ne, berfireh bibe.

Rûhanî her wiha bal kişande ser hatina Serokwezîrê Iraqê bo Têhranê û got: Îran û Iraq di warê hatûçûnên gumrikî, kelûpel û hevkariyên aborî û pêwendiyên bankî serketinin pirr baş hebûne ku em hêvî dikin bikevin qada cihanînê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha derbarê sefera Wezîrê karên derve yê Îranê bo Moskovayê got: Zerîf peyamek ji aliyê min va jibo Vladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê di warê xurtkirina pêwendiyên navbera Têhran û Moskovayê di warên navçeyî û navneteweyî bû ku tûşî pêşwaziya Pûtîn hat.

Rûhanî got: Îran di meh û salên bihurî da têkiliyeke baş bi Rûsiye û Çînê ra hebûye û di hefteyên dawî da ev pêwendî xurttir bûye.

 

 

Serepeyv