Rûhanî: Derdora sedî 90 ji pêşeya elektrîka Îranê bêminet bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317738-rûhanî_derdora_sedî_90_ji_pêşeya_elektrîka_Îranê_bêminet_bûye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Derdora sedî 90 ji pêşeya elektrîka Îranê bi bêminetî pêşda diçe û divê em di vî warî da tam bêminet bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2020 10:15 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Derdora sedî 90 ji pêşeya elektrîka Îranê bêminet bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Derdora sedî 90 ji pêşeya elektrîka Îranê bi bêminetî pêşda diçe û divê em di vî warî da tam bêminet bibin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di rêûrisma behreweregirtina ji 18 projeyên neteweyî di warê av û elektrîkê li parêzgeha Hormuzganê ku bi awayê Vîdyo-Konferans hat lidarxistin, got: Bendergeha Caskê dê bi zûtirkê bibe bendergeha ticarî ya girîng a derfirotina petrola Îranê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Di destpêka Înqilabê da sedî 74 ji xelkê me li bajaran ava vexwarinê hebû û niha gihîştiye sedî 99.9.