Lêkolerên îranî rêbazeke nû jibo başkirina nexweşên Koronayî afirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i314320-lêkolerên_îranî_rêbazeke_nû_jibo_başkirina_nexweşên_koronayî_afirandin
Serokê Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê li parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavaya Îranê qala serketina tîma lêkolînî ya beşa Nexweşiyên bi-Kêmgirtin ya vê zankoyê di dermankirina nexweşên tûşbûyî bi Vîrûsa Koronayê û rawestandina mirina ji ber wê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2020 04:05 Asia/Tehran
  • Lêkolerên îranî rêbazeke nû jibo başkirina nexweşên Koronayî afirandin

Serokê Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê li parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavaya Îranê qala serketina tîma lêkolînî ya beşa Nexweşiyên bi-Kêmgirtin ya vê zankoyê di dermankirina nexweşên tûşbûyî bi Vîrûsa Koronayê û rawestandina mirina ji ber wê kir.

Şukrullah Selmanzade, Serokê Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê li parêzgeha Xozistanê roja Çarşemiyê got: Hilkolandina bandora dermanekî dijî vîrûsan li ser nexweşên xedar ên tûşbûyî bi KOVÎD-19'ê yên razandî di beşa baldariyên taybet  a Nexweşxaneya Ayetullah Taleqanî ya Abadanê nîşana serketina vî dermanî û kêmbûna heyama razandina li nexweşxaneyê bûye.

Sara Mubarek, Alîkarê Perwerdehî û Lêkolînê ya Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê û berpirsa koma lêkolînî ya nexweşiyên bi kêmgirtin a vê zankoyê jî got: Ji dema belavbûna Vîrûsa Koronatyê li Îranê, parêzgeha Xozistanê û derdroa Zankoya zanistî pizişkî ya Abadanê, Tîmna lêkolînî ya vê zankoyê biryar da ji hin dermanan sûdê werbigire ku bi alîkariya wan ev nexweş zûtirkê baş bibin.