Pêşbirkên navdewletî yên Kûpa Azad a Şanghayê dest pê bûn
Pêşbirkên navdewletî yên Kûpa Azad a Rêxistina Hevkarîya Şanghayê bi meşa alayên 22 welatên beşdar, ji wan Komara Îslamî ya Îranê, bi awayekî fermî dest pê bûn.
Pêşbirkên navdewletî yên "Kûpa Azad a Rêxistina Hevkarîya Şanghayê" êvara Înîyê di navenda werzîşê ya "Çekalov Arêna"yê ji 14ê Mijdarê heta 5ê Kanûnê bi amadebûna werzîşkarên ji 22 welatên endam, çavdêr û şirîk ên Rêxistina Hevkarîya Şanghayê li bajar û parêzgeha Moskowê tên lidarxistin, di van pêşbirkan da di 11 çiqên werzîşê da dora 100 mîdal dê bên belavkirin. Nûnerên Komara Îslamî ya Îranê di 6 ‘çiqên werzîşê da ji wan kişik, hilkişîna-zinar, tenîsa ser maseyê, şûrbazî, sambo û jîmnastîkê bi hevrikên xwe ra dikevin pêşbirkê. Wezareta Werzîşê ya Rûsyayê û federasyonên werzîşê yên vî welatî berpirsyarîya rêkxistina vê rûdana werzîşê digirin ser milê xwe.