Enîmasyona 'Parêzvanên Rojê' ji bo bînerên zarok ên Festîvala Fecrê
Çile 30, 2026 11:07 Asia/Tehran
Enîmasyona 'Parêzvanên Rojê' ku tenha berhema enîmasyonê ya Festîvala Fîlma Fecrê ye û di rêûrisma destpêkirinê da jî tê nîşandan, ji wan berheman e ku ji bo berdeng û bînerên zarok û tezelaw ên Festîvala Fîlma Fecrê hatiye berçavgirtin.
Ev berhem bi derhêneriya Îmad Rehmanî, Mêhrdad Mîhrabî û amadekariya mehdî Cefer Cozanî biryar e li Beşa Derveyî Pêşbirkê ya Festîvala Fecrê were nîşandan.
Ev enîmasyon fîlmeke fantazyayî ya tijî serpêhatî ye ku çîroka wê derbareyê 2 tezelawên 10 salî ye ku li şûnwarekî kevnare bi hebûna komeke dizên berhemên dîrokî dihesin.