Reza Rûygerî lîstikvanê pêşeng ê îranî koça dawî kir
Çile 22, 2026 15:29 Asia/Tehran
Reza Rûygerî lîstikvanê pêşeng ê sînema, şano û televîzyonê roja Çarşemiyê ji ber krîza dil koça dawî kir.
Reza Rûygerî bêjerê strana mayînde ya 'Îran, Îran Îran, Regbarê Moselselha' û lîstikvanê rola 'Kiyanê Îranî' di rêzefîlma serkeftî ya 'Mixtarname'yê da bû.
'Kirênişîn', 'Wisa bilez ber bi ku derê va', 'Mesûmiyeta jidestçûyî', 'Rêwiyê Rêyê', 'Baş, xirab, kirêt' ji berhemên din in ku rola wî di wan da hebûye û li Kanala Sehera Kurdî ji bo bîneran hatine dublekirin.