Kanûn 22, 2025 15:22 Asia/Tehran
  • Sipasiya Serokwezîrê Austryayê ji weşandina pirtûka 'Îrannasên Austryayî'

Di pey weşandina pirtûka 'Îrannasên Austryayî', Ofîsa Serokwezîrê Austryayê bi şandina nameyeke fermî bo nivîskar û amadekerên vê berhemê, sipasiya wan ji ber hewldana ji bo belgewarkirina pêwendiyên çandî navbera Îran û Austryayê kir.

Di vê nameyê da tevî sipasdariya germ û semîmî, hatiye teqezkirin ku vê pirtûkê roleke giring û binirx di xurtkirina gotûbêjên çandî û zanistî navbera du welatan heye.

Di dawiya vê peyamê da ji bo berpirsên pirtûkê hêviyên serkeftinê di çalakiyên çandî yên pêşerojê hatiye kirin.

Pirtûka 'Austrian Iranian Studies Scholars' berhemeke giştalî derbarê beşdariyên Austryayê di warê Îrannasîiyê da ji wan dîrok, çand, ziman û zanistê ye.

Ev berhem di Îlona 2025an da ji aliyê Weşana Unidialogure'ê va li Viyenayê bi piştevaniya Mala Hîkmeta Îraniyan li vî bajarî û Encumena Çandî ya Hafiz- Hammer-Purgstall va hatiye weşandin.

 

Serepeyv