Kanûn 20, 2025 14:15 Asia/Tehran

Yekşemî 21/12/2025 saet 04:30ê paş nîvro li gorî dema Îranê û 04:00ê paş nîvro li gorî dema Iraqê.

Kanala Sehera Kurdî bernameya xwe ya taybet bi Şeva Çilleyê bi navê "Şeva Ronahiyê" dê belav bike.

Di navbirên belavkirina vê bernameyê da hin belgefîlm ji deb û rismên vê şevê li Îranê bi terkîz û balkişandina ser vê rêûrismê di nav qewmên Kurd dê were weşandin.

Hin beşên vê bernameyê dê bi awayê zindî ji navçeya Hewramanê biçe ser ekranê. Herwiha li beşeke din, têkiliya zindî digel Herêma Kurdistana Iraqê tê danîn û pêşkêşkar û berpirsên bernameyê bi amadebûna li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê dê hevrêtiya vê weşana zindî bikin. Di vê beşê da, mêvanên taybet weke Meryem Barûtçiyan û Jiyan Helebceyî ji xizm û kesên karesata êrîşa kîmyayî ya rejîma beis a Iraqê ser Helebceyê beşdar dibin.

Herwiha Radyoya Sehera Kurdî ku di Kanûna îsal da derbasî heştiyemîn sala damezirandina xwe bûye, hevdem digel saeta sifir a berbanga Şeva Çilleyê dê belavkirina bernameyên xwe li ser takeferekansekê ji 4 sar bo 20 saetî zêdetir bike

Serepeyv