Mijdar 29, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Du fîlmên nasyar ên filistînî û urdinî li Festîvala Cîhanî ya Fîlman a Fecrê tên nîşandan

Fîlma 'Filistîn-36' bi derhêneriya An Marî Casir û 'Tevahiya tiştê ku ji te maye' berhema 'Şîrîn De'bîs' beriya amadebûna di vê rûdanê da rêyeke serkeftî li festîvalên binavûdeng ên navneteweyî li pey xwe hiştine.

'Filistîn-36' çîrokeke dîrokî ji serhildana erebên Filistînê di sala 1936an da dijî koledariya Brîtanyayê raber dike.

'Filistîn-36' hejdehemîn fîlma Filistînê di rikeberiya Oskarê da ye.

Herwiha fîlma 'Tevahiya tiştê ku ji te maye' çîroka sê nifşên malbateke filistînî di dîroka hevçerx a navçeyê da ye.

Dora çil û pêncem a Festîvala Cîhanî ya Fîlman a Fecrê bi sekreteriya Rûhullah Hisênî ji 5 heta 12ê Azera 1404an li Şîrazê tê lidarxistin.