Mijdar 21, 2025 22:47 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê şoreşê bo Firişte Hesenzade

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî bertek nîşanî mîdala werzîşkara çiqa Moy Tayê (Muay Thai) ya Îranê da.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Firişte Hesenzade werzîşkara giraniya 45-50 kg ya Tîma Neteweyî ya Moy Taya jinan a Îranê di pêşbirka dawiyê ya Lîstikên Hevgirtina Welatên Îslamî da ku roja 14ê Mijdara 2025an li hember hevrika xwe ya merakişî, mîdala zîv wergirt.

Wê piştî wergirtina mîdala zîv gotibû, hez dikir mîdala xwe ya zêr pêşîkêşî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî bike, lê mîdala zîv pêşkêşî wî dike.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî jî wisa bersiva Firişte Hesenzade da: "Silav û sipasiya min bigihînin wê û jê ra bêjin, keça min, hewl û têkoşîn û îman û xwebaweriya we ji zêr çêtir e."

Serepeyv